Em ê destek û piştevaniyê bidin temamê hewlên dê feyde bidin aştiya heremê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di daxuyaniya ku piştî civîna çapemeniyêda de derheqê rewşa heremê de wiha got: “Em ê destek û piştevaniyê bidin temamê hewlên dê feyde bidin aştiya heremê.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî di civîna çapemeniyê ya heftiyane de bi endamên çepmeniyê re hat bal hev. Qasimî piştî civînê pirsên endamên çapemeniyê bersivand.

Ji Qasimî pirsa gelo ma ew dewama wê civîna wezîrên îqtîsadê yên Qatar, Tirkiye û Îranê bê yan na wisa bersivand: “ Em ê her tim destekê bidin wan hewildanên welatên ku ji bo hizûr û aştiya heremê  tên bal hev. Dixwazî bila em di nav van hewildanan de bin dixwazin bila em ne di nav de bin, em dixwazin di vî warî de bibin alîkar. Em bibin şahid ku ew ê ev alîkarî dê feyde bidin hizûr û aştiya heremê. Em dixwazin mişkîleyên xelkê heremê çareser bikin û feydê bidin hizûra heremê.”

Di berdewama civînê de ji endamekî çapemeniyê derheqê hevdîtinên Astanayê de  pirsek kir. Qasimî derheqê mijarê de diyar kir hevdîtin bi şikleke erênî berdewam dikinû dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hevdîtinên Astanayê ber bi erênîbûnê ve diçin. Hevdîtin tevlîhev in. Meseleya Sûrî meseleyeke kûr e û leystikvanên cuda hene. Digel van cudahî û zehmetiyan di hevdîtinên Astanayê de pêşveçûn çêbûn. Zehmetiyên muhîm ji holê hatin rakirin. Di navbera me de cudahîyên fikrî hene. Me terefan anî bal hev. Di warinan de me mutaqabatinan xweş kirin. Ji ber wê yekê sibe û roja piştî wê jî ew ê pîspor li Tahranê bên hev.”

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin