Di dema ziyareta ku hat kirin de esnaf destnîşan kir piyasa a niha nebaş e û wiha li axavtina xwe zêde kirin: “ Ger ku li Tirkiyê mişkîleya nasnamê bê çareserkirin û xelk bibin birayê hev vê demê ne dewletên Ewrûpayê û ne jî emperyalîst nikarin vî welatî xera bikin. Lê ger ku em di nav me de yekîtî û digelhevî tunebe em mehkûm in ku hilweşin.”
Esnaf di berdewama axavtina xwe de qala zêdebûna bihaya dolarê kirin û wiha ragihandin: “Dolar bi dewlemendan re heye. Rengê dolarê çawaye em nizaznin. Ji me re jiyaneke bi hizûr û aramî lazim e. Ger ku em tenê mahiyeta silva Xweda zanibin û li gor wê bijîn dê li Tirliyê tu mişkîle nemîne.”
Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu jî di dema ziyaretê de di bîran xist ku partiya wan di 19ê Berfanbara 2012an de hatiye damizrandin û ji wê dîrokê vir ve ew 2 caran beşdarî hilbijartinan bûne. Tanrikulu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Siyasetmedar bêyî armanca berhvkirina rayan divê esnafan ziyaret bikin. Em her tim li ba xelkê xwe ne. Em ê di her platformê de hewil bidin da ku derd û kulên xelkê xwe bînin zimên.” Em a niha vê xebata xwe ji bo vê yekê dikin da ku em dengê xelkê xwe bidin sehkirin.”
“Fikra vandalîst bû sedem aboriya heremê dakeve asta îflasê”
Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir di nava van 5 salên dawî de li Tirkiyê gelek bûyerên muhîm qewimîn. Tanrikulu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî bûyerên ku bi pêvajoya çareseriyê û bûyerên Geziyê destpêkirin û bi bûyerên 6-8ê Cotmehê, siyaseta çalan berdewam kir û bi teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê gihaşt asta herî zêde di warê madî û manewî de bûn sedema şikestinên mezin. Morala xelkê me xera kir. Me wan mişkîle û problemên esnafên xwe yên ku di dema ziyareta wan de guhdar kiribû nirxand. Ew fikra vandalîst a ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de serûbin kir bû sedem ku aboriya heremê dakeve asta îflasê. Ji wê rojê vir ve başbûnek çênebûye.”
“Ger ku meseleya Kurdan bê çareserkirin dê qadên hêzên emperyalîstan teng bibe”
Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê berî herî tiştî hawirdoreke bi ewleh bê sazkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo vê yekê jî divê ew meseleya Kurdan a ku ev bû ji qernekê zêdetir herema me meşxûl dike bê çareserkirin. Ji bo meseleya Kurdan bê çareserkirin jî divê tarîfa welatîbûnê ya di makeqanûnê de û divê hinkerî û perwerdeya bi zimanê zikmakî bê guhartin. Di heman demê de divê makeqanûna Kurdan bi xwe jî hebe. Ger di vî warî de gav bê avêtin ew hewaya neyînî ya li herema me bê guhartin. Ger ku meseleya Kurdan bê çareserkirin dê qadên hêzên emperyalîst teng bibe.”
“Piştî bûyerên 6-8ê Cotmehê veberhênan ji heremê reviyan”
Tanrikulu di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir divê mişkîleyên îqtîsadî ya li heremê bên halkirin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Esnaf û dikandarên ku dixwastin li heremê veberînan bike piştî bûyerên 6-8ê Cotmehê veberhênan ji heremê reviyan. Lewra hawirdoreke bêewleh hebû. Ji ber vê yekê nexwastin veberînê bikin. Divê dewlet li vê derê veberînê bike. Her wiha pêwîst e dewlet li van deran fabrikayan vebike û bi hezaran kesî îstîhdam bike. Divê krediyên bêfaîz bên dayîn. Divê esnaf û veberhênan bên teşwîqkirin.”(ÎLKHA)