“Em ê Qudsê bêxwedî nehêlin”

​Welatîyên ku li Meydana Îstasyonê beşdarî mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin bûn destnîşan kirin ew ê Qudsê bêxwedî nehêlin.

Ji teref Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê ve mîtîngeke bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” hat tertîpkirin. Welatîyên ku beşdarî mîtîngê bûn hest û ramanên xwe ya derbarê Qudsê anîn zimên û diyar kirin Quds paytexta Fîlîstînê ye û ew ê Qudsê bêxwedî nehêlin.

Welatîyan bi navê Şahîde Soyvural, Zelîha Tunç, Ravşan Cîhangîr, Azîz Onen, Şeyhmus Kizilkaya, Abdullah Kuram, Mehmet Çelen, Mehmet Gokgoz, Cebraîl Çelebî, Yusuf Yaz, Yunus Tatar û Mehmet Salih Çîftsuren derbarê mîtînga Qudsê û meseleya Qudsê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên: “Xwezî em jî li Fîlîstînê li ba Mislimanan bana, bi izna Xwedê em Qudsê bistînin û ji îsraîlê re bernedin. Çawa ku Selahaddîn Eyyubî Qudsê ji kafiran re bernadebe em ê ji wan re behêlin. Quds bi Mislimanan pîroz û muqaddes e, divê temamê Mislimanan vê yekê zanibin û lê xwedî derkevin. Tiştekî mîna Qudsa Rojhilat û Rojava tuneye, Quds yek parçe ye. Divê temamê Mislimanan vê qerarê nas nekin. Qerara Amerîka ya îsraîl bo me di hukmê tunebûnê de ye. Em qerara Amerîka qebûl nakin û Quds paytexta temamê Fîlîstînê ye. Ferdên ummetê bi qasî ku xwe difikirin divê birayên xwe jî bifikirin.”

ÎLKHA




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e