“Înşaallah em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”
Goktaş di nirxandina xwe ya ku kir de di derbarê sedema bûyîna rojane ya rojnamê de wiha destnîşan kir: “Li holê gelek rojname û kovarên Îslamî hene.Dibe ku bê pirs kirin çi hewce ji rojane derxistina rojnameyê re heye.Dema ku em li cepheya kufrê binêrin em ê bersiva vê pirsê bibînin.Çawa ku di cepheya kufrê de gelek zêde rojname hebin, pêwîst e di cepheya Îslamê de jî gelek rojnameyên Îslamî hebin û bi hêz bin.Medya alaveke bi hêz e.Derketina rojnameyeke din tu zirarê nade.Em li meydanê dibînin ku li meydanê li ser navê Îslamê tawîz tên dayîn û ev yek jî valahî ye.Em dixwazin vê valahiyê dagirin.Em bawer dikin em ê van xeteyan nekin û bêyî dayîna tawîzê em ê rojnameya xwe li gor xetên xwe yên sor derxin.Xwedê Teala me mihafeze bike. Înşaallah em ê rojane bêtawîz li sehayê bin”
“Bila xwendevanên me rojnameya xwe ji bayiyê teleb bikin”
Goktaş di berdewama axavtina xwe de bang li xwendevanan kir da ku li rojnamê xwedî derkevin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em girîngiyê didin abonetiyê.Em dixwazin ji însanan re xizmetê bikin.Ew ê kesên belavkar rojnamê heta ber piyên xelkê bibin.Em ji kesên xwendevan teleb dikin berî ku em rojnameya wî jê re bibin bila ew biçê bayiyê û rojnameya xwe teleb bike.Em dixwazin bila xwendevan rojnameya xwe ji bayiyê bistînin.Bila xwendevan rojnamê, bi şikleke tevahî binirxînin.Bila xwendevan û aboneyên me rojnameya me ji bayiyan bistînin û ji hevalên xwe re ji dikandaran re wek xelat bidin.”
ÎLKHA