“Em ê tu gavên ku dê bibin sedema mezinbûna qeyranû rageşiyê navêjin”

Mesûd Barzaniyê Serokê Kurdistan Iraqê bi Cyrill Nunnê Balyozê Baxdayê yê Almanyayê û heyeta pê re hevdîtin kir.

Cyrill Nunnê Balyozê Baxdayê yê Almanyayê bi Mesûd Barzaniyê Serokê Kurdistan Iraqê hevdîtin kir. Cyrillê ku derheqê qeyrana siyasî ya Iraqê û derheqê referandûma 25ê Îlonê de agahiyan da derbarê mijarê de got “Emniyet û ewlehiya Kurdistanê bo welatê wî pir muhîm e.”

“Kurdistan dê tu gavên ku dê bibin sedema mezinbûna qeyran  û rageşiyê navêje”

Di hevdîtina ki hat kirin de Mesûd Barzanî helwesta Almanyayê ya di warê qeyrana di navbera Hewlêr û Baxdayê de taqdîr kir û wiha got: “ Xelkê Kurdistanê di nav derdora aştiyê de raya xwe da. Referandûma Kurdistanê îradeya xelkê ye. Kurdistan dê tu gavên ku dê bibin sedema mezinbûna qeyran  û rageşiyê navêje. Em bêyî dayîna şert û mercan  bi ajandayeke rojane amadene ku bi Baxdayê re hevdîtinê bikin.”

Nunn bi xwe jî di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir pêwîst e ew qeyrana  di navbera Baxda û Hewlêrê de bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin.

ÎLKHA

 




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin