“Em ê wê wehşetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin”

Malbatên Yasîn Börü û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-7ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatine qetilkirin di salvegera qetlîamê de axivîn û diyarkirin ew ê vê wehşetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

PKKyiyên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de bi banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş, Hevşaredara Berê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê  Gülten Kişanak û banga Seroka Bajêr Zubeyde Zümrüt derketin kolanan bi şikleke hovane û wehşiyane Yasîn Börü, Cumalî Güneş, Turan Yavaş, , Riyad Güneş, Hasan Gökgöz û Huseyin Dakakê ku goştên qurbanan belav kirin şehîd kirin.

 Malbatên kovandar ên van şehîdên ku ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin di salvegera qetlîamê de axivîn û diyar kirin çawa ku Hz. Huseyîn li Kerbelayê hatiye şehîdkirin, zarokên me jî ji teref Yezîdan ve hatine qetilkirin û em ê vê wehşetê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.

Mehmet Gökgözê bavê Hasan Gökgöz e derbarê şehadeta lawê xwe diyar kir dibe ku PKK an jî hinek kesên din vê yekê jibîr bikin, lê ew kesê ku vê yekê dijî eslen ji bîr nake û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hetanî ku ez bimrim ez ê wê wehşetê ji bîr nekim. Ez bi lawê xwe ser bilind im û bi şanaz im.Ev da’wa bê bedel nabe. Bila carek din bibe ez ê carek din lawê xwe bikim qurban. Yezîdên niha

Fîkrî Börüyê bavê Yasîn Börü ye di salvegera qetlîamê de qebra lawê xwe ziyaret kir û derbarê şehadeta lawê xwe de wiha axivî: “Xweda şehadeta tevan qebûl bike.3 sal ji ser re derbas bûn, me tu tiştî ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin. Çi qas ku tê bîra me em pê hezîn dibin, lê belê şehîdbûna wan dilê me rihet dike.”

Öztekîn Dakakê bavê şehîd Huseyîn Dakak e diyar kir epw bi şehadeta lawê xwe difexirim, serbilind dibim û dû re wiha li axavtinê xwe zêde kir: “ Ger Hz. Huseyîn li Kerbelayê hatibe şehîdkirin lawên me jî li vê derê Kerbelayê jiyan û hatin şehîdkirin. Wê rojê Yezîd hebûn û îro jî Yezîd hene. Hetanî ku dinya hebe ew ê Yezîd hebin û ew ê li hember van Yezîdan Huseyîn jî hebin û ew ê ev Huseyîn dê di oxira vê dozê de can fida bikin.

Hasan Güneşê birayê Şehîd Riyad Güneş e jî diyar kir kekê wî xwediyê exlaqeke baş bû û ji teref malbat û derdora xwe ve baş dihat hezkirin.

Alî Güneşê ku kekê Şehîd Cumalî Güneş e jî derheqê şehadeta birayê xwe de diyar kir wî ew wehşeta ku hatiye kirin hêj ji bîr nekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qatilên birayên min wek ‘faîlî meçhul’ derbas dibin. Ji ber ku derheqê qatilan de pêşveçûnek tuneye  me xemgîn dike.”(ÎLKHA)
























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e