" Em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin "

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan qetlîamên ku Hollandayê li Srebrenîstayê kirine di bîran xist û destnîşan kir “Em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin.”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Beştepeyê beşdarê bernameya 14ê Adarê Eyda TIPê bû û di bernamê de axavtinekê kir. Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de qala geşedaniyên dawî yên di rojevê de kir û di derheqê Hollandayê ku ji wezîrên Tirkiyê re astengî derxistibû û bi şikleke tund li kesên pêşandar kiribû de nirxandinan kir.

Erdogan di nirxandina ku kir de diyar kir em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: “ Di şer bi xwe de jî exlaq û rê û rêbazek heye. Di şer bi xwe de jî ji ekîbên tenduristiyê re gule nayê berdan. Ha, ger mirov wek Hollandayê be dibe ku guleyan berde, divê ez vê yekê jî bibêjim. Em Hollandayê û Hollandayiyan ji qetlîama Srebrenîtsayê nas dikin Em xirabiya cibiliyet û karektera wan ji kuştina 8 hezar Boşnaqan nas dikin. Em van zehf rind dizanin. Bila ku tu kes ranebe dersa medeniyet û medenîbûnê nede me.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin