‘Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê amadene’

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya BBC pêşniyar kir ku amadeye di navbera Tirkiye û PKKê de bibin navbeynkar.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya BBC pêşniyar kir ku amadeye di navbera Tirkiye û PKKê de bibin navbeynkar. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyê de giring in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên BBC Farisî da. Nêçîrvan Barzanî pêşniyar kir ku di navbera PKK û Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Navbirî diyar kir ku divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin û wiha got: “Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKK û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike.”

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê 3 pêşniyar kir. Yek ji van pêşniyaran jî ew e ku şert û mercê serokê PKKê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin. Di vê derbarê Nêçîrvan Barzanî got: “Divê Tirkiye berî her tiştî bi Ocalan re hevdîtinê çêke. Pêşniyara bila PKK bê şert û merc çekan dane, tiştekî derveyî mantiqe. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê pêşniyarên me çêbûn. Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê, heta ji bo hevdîtinên navbera herdu aliyan de jî amadene û amadene malavayiyê bikin. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin.” (Rûdaw)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin