“Em ji wê qerara birîna pêwendiyên bê hincet ên welatan Ereban re bertek nîşan didin”

Qatar bi daxuyaniya ku da ji qerara birîna pêwendiyan a Erebistana Siûd, Bahreyn, Misir û Mirnişînên Ereb ên Yekbûyîre bertek nîşan da.

Erebistana Siûd, Bahreyn, Misir û Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî  bi daxuyaniya ku dabûn eşkere kiribûn ku wan temamê pêwendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re birîne. Ji ber vê qerara birîna pêwendiyan Qatar bi daxuyaniya ku da ji qerarê re bertek nîşan da û  destnîşan kir qerar ‘bê hincet e ‘ û “îddîa û sûcdarkirin ne rast in.’

ÎRAN: Ew ê bibe sedema bêîstîqrariyê

Hamîd Ebu Talebiyê ku ji Arîkarên Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî ye di daxuyaniya ku ji ser hisaba civakî da de di derbarê mijarê de wiha got: “ Birîna pêwendiyên dîplomatîk û girtina sînoran ji bo qrizê ne rêya çareseriyê ne. Weke ku min berê jî gotibû îşxal û êrîşkarî tenê dibe sedema bêîstîqrariyê.”

DYA: Em destekê didin rûniştin û axavtina terefan

Wezîrê Karên Derve yê DYAyê Rex Tîllerson jî banga gotûbêjê li terefan kir û wiha got: “ Em destekê didin rûniştin û axavtina cudahiyan ên terefan. Divê ‘Konseya Hevkariya Korfezê’ belav nebe.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe