“Em Kurdistanê ji talankeran re nahêlin”

Vasif Kahraman ji sabote kirina konferansa ku ji teref partiya wan ve hatibû tertîpkirin re bertek nîşan da û got ku ew ê Kurdistanê ji kesên talanker re nêhelin.

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan Hak-Par li Îsvîçreyê konferansek li dar xist  ku ev konferans ji teref  kesên PKKyî ve hat provokekirin.Ji ber vê yekê Serokê Bajêra Diyarbekir ê Hak-Parê Vasif Kahraman di derbarê mijarê de diyar kir ew ê Kurdistanê ji kesên talanker re nehêlin.

Kahraman di berdewama axavtina xwe de diyar kir êrîşên provokatîf ên mîna van tu fedê  nade tu kesî û wiha li axavtina xwe zêde kir:  “Ev êrîşa provokatîf ê ku hatiye kirin ji vêcarê re ne xas e.Berî vê êrîşê, çendîn carê din jî bûyerên mîna vê pêk hatin.Berî vê çend salan li dijî Kemal Burkay,Şivan Perwer û li dijî kesên rewşenbîr û welatparêz çalakîyên provokatîf hatibûn kirin.Ev kes tenê tahammulî kesên ku ji wan in dikin.Qet tahammulî li wan kesên ku wek xwe nafikirin nakin. Em vê yekê wek fikra Baas û nijadperest û bê tahamulî dibînin.”

Kahraman di dawiya axavtina xwe de diyar kir PKK  ji bona axavtinê qet firsedê nade tu kesî û wiha dawî li axavtina xwe anî: “PKK rexneyên ku lê tên kirin qet hezm nake û êrîşan dibin li ser  wan kesên ku wî rexne dikin.Xelkê Kurd ew ê rojekî rastiyan bibîne.Em Kurdistanê ji van talakeran re nahêlin.Em ê nehêlin ku hespên xwe bidin bazandin.Lê mixabin îro hêz û sileh di destên wan de ne.Ew weke ku dizanin milletê xwe bi dagirkeran didin perçiqandin.Ez difikirim ku ew ê sibe şert û merc bên guhartin.Ew ê xelkê Kurd rastiyan bibîne.Dema ku ev rastî hatin dîtin jî ew çek dê bê fede bin.Em  êrîşên mîna van şermezar dikin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye