Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu , Arîkarê Serokê Bajêr Metîn Turan û lijneyeke ku ji partîyiyan pêk dihat digel hevdû çûne serdana malbatên ku ji ber pevçûnên Sûrê mexdûr bûne.Lijne di dema serdanê de derd û kulên malbatên mexdûr guhdar kirin.
“Em li ba xelkê mexdûr in”
Rayedarên HUDA PARê yê ku çû serdana malbatên mexdûr û wan guhdar kirin di derbarê mijarê de diyar kirin ew ji bona ku parîkek be jî derd û kulên kesên mexdûr bûne kêm bikin her çi ji destên wan bê nîşan didin û ew ê di vê bargehê de her tim li cem xelkê mexdûr bin.
Huseyîn Ateşê ku rayedarên HUDA PARê çûbûn ziyareta wan di derbarê mijarê de axivî û diyar kir ew cardin venagere Sûrê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Careke din ji min re bibêjin were Sûrê ez naçim.Jixwe her der bûye wêran.Her kî ji wan re bibêje misliman teqez ez ji wan bawer nakim.Lewra min bi çavê xwe dît û jiyam.Tu eleqeya wan bi Îslam û Kurdîtiyê re nîne, hemû li dûv berjewendiyê ne.”
Haci Ahmetê ku lijneya HUDA PARê çûbû serdana wî jî di derbarê mijarê de ragihand ew bi alîkariya HUDA PAR û STKyên Îslamî îmkana debarê dibînin.
“Em di çarçoveya îmkanên xwe de hewl didin çareseriyan pêk bînin”
Di dema serdanê de Serokê Bajêr ê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu jî di derbarê mijarê de diyar kir ew di çarçoveya îmkanên xwe de hewl didin çareseriyan pêk bînin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji bona karibin pirsgirêkên xelkê guhdar û çareser bikin me bernameyek daye destpêkirin.”
ÎLKHA