Bername bi armanca balê bikşîne ser sêwiyan û ji wan re bibe destek, bi alîkariya komela Îlîm-Derê ji aliyê Yetîm-Derê ve hat tertîbkirin. Programa bi navê “Bila Ji Sêwiyan Birayekî We Hebe” li Saraya Xelkê ya li Bagcilara Stenbolê hat lidarxistin. Di bernameyê de Mehmed Goktaş got “Ji bo kefaleta ji sêwiyan re divê hemî hewce û pêdiviyên wan bên peydekirin.”
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Sînevîzyona fîlmeke kurt a der barê sêwiyan de beşdarên li salonê dilzîz û hestiyar kir.
“Em bi cûrbecûr projeyan, ji sêwiyan re dibin desteka maddî û me’newî”
Serokê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl, axifatina silavdayînê kir û weha got: “Di sala 2009an de em jî tevlî karwanê xêrê bûn. Ji 2009an pêve me di heqê derd û pirsgirêkên giştî yên sêwiyan de lêkolînek kir û paşê me digel rayedarên komelê xebat kirin û niha me îmze avêtiye bin gelek fealiyetên qenc. Di nav projeyên me de fealiyetên weka “Her meh tu jî sêwîyekî bi xwarin bike, bi kinc bike û bide xwendin” hene, em alîkariyan digihînin birayên xwe yên ku hefiztiyê dikin jî. Her wiha projeya me ya zewicandina ciwanên sêwî yên îmkanên wan tune ye jî heye. Ciwanên ku ji ber maddîyatê nikarin bizewicin, ew alîkariya cihêz didin wan û wan dizewicînin. Vê paşîn bi projeya “Tu jî ji sêwiyekî re bibe sponsor”ê me xist fealiyetê da ku ji birayên me yên îmkanên wan ên maddî tune ye re sponsoran peyde bikin. Di demeke kin de 274 kesan muracaat kir. Ev hejmar ew ê bi ğeyreta we zêdetir bibe înşaallah. Ew ê alîkarî û projeyên me bi ked û alîkariya we bi zêdebûn bidomin înşaallah.”
“Pêxember seyyîdê me jî sêwiyek bû”
Îlahiyatvan û nivîskar Mehmed Goktaş jî di xeberdana xwe de îfade kir ku Xweda, hebîbê xwe xatemul enbiya jî bi îmtîhana sêwîbûnê ceribandiye û weha got: “Xwedayê Teala pêxemberê xwe yê dawîn welê dineqîne ku pêxember bavê xwe nabîne û hesreta bavê xwe di dilê xwe de hîs dike. Û diya vê pêxember jî di biçûkahiya wî de rehmet dike. Ev ne rasthatinîye. Lewra li dinyayê ew ê ewqas sêwî bibin ku hemî însan ji van sêwiyan mesûl bin. Niha gava ku em li halê dinyayê dinêrin, em dibînin ku her roj hejmara sêwiyan zêde dibe. Xweda êşa mehrûmbûna ji dê û bav bi pêxemberê xwe dide kişandin û paşê jî ewladên wî jê distîne. Ji xeyrî Fatimayê hemî zarokên xwe bi destê xwe defin dike. Pêxemberekî ku ev û gelek êşên weha kişandine hatiye şandin.”
“Divê em sêwiyên şehîdan têxin pêşiyê”
Goktaş destnîşan kir ku divê sêwiyên şehîdan têxin pêşiyê û li wan xwedî derkevin û weha dewam kir: “Divê em li sêwî û emanetên kesên ku gava di rêya Xweda de cîhad dikirin şehîd bûne xwedî derkevin. Lewra şeytan dixwaze bavan ji ber zarokên wan yên li malê, ji cîhadê di paş de bihêle. Dixwaze bi zarokan wan bixapîne. Ji ber vê yekê divê em sêwiyên şehîdên xwe bêkes nehêlin. Eger em li sêwiyê şehîdekî xwe nenêrin, li zarokê kesê ku ji bo doza Îslamî ketiye hepsê nenêrin, ew ê şeytan însanên din ji wî aliyê ve bixapîne. Di vêya de sûcê me ne tenê xwedîderneketina li zarokekî ye. Ew çax em ê li ber cîhada însanan û li ber ezma mucadela Îslamî jî bibin asteng. Ji ber vê yekê divê em li zarokên şehîd û muhacîr û kesên di zindanan de xwedî derkevin.”
“Em ji sêwiyan re bibin kefîl”
Îlahiyatvan Mehmed Goktaş peyva xwe weha dewam kir: “Divê her kes li gorî qaweta xwe li sêwiyan xwedî derkeve. Divê em ne carekê û ne wek adetî li sêwiyan xwedî derkevin. Hewce ye ku ji bona kêmasiyên sêwiyan ên di gelek sehayan de peyde bikin, seferber bibin. Gava em ji kêmasiyên li mala xwe gazinan dikin, em îmtîhan û mucadela ku zarokên Sûriyê têde ne naynin bîra xwe jî. Nexasim em ji sêwîyên birayên xwe yên nêz dest pê bikin û ji wan re bibin sponsor û kefîl. Ne ji bo parçeke pêdiviya wan, lê ji bo hemî hewceyiyên wan bibin sponsor. Em ji wan re bibin dê û bav. Heta ku ji destê me bê, em nehêlin sêwîtî bê bîra wan.”
“Li pey xwe kesên ku wê ji we re dua bikin bihêlin”
Goktaş peyva xwe weha bi dawî kir: “Li dinyayê kesên ku wê li dû me ji me re dua bikin hebin, ji meriv re kaskoya dinyayê ye. Hûn xwe weha bi sîgorte bikin. Hûn kesên ku wê li pey we dua bikin bihêlin. Dua kasko û sîgortaya herî mezin a vê dinyayê ye. Însanên ku wê li pey we ji we re dua bikin bigihînin.”
Pey axaftina Goktaş, Yelda Sîvîyê helbesta bi navê “Qîza Sêwî” xwend. Piştî gotina stranên humermendên Koma Ozlemê, bernameya ji bo sêwiyan ji devê Sumeyra Înzarê ve bi xwendina duayê bi dawî bû. (ÎLKHA)