“Em li Yasîn Boru û Fatima Hecîcî xwedî derneketin”

Gulden Sonmeza Endamê Lijneya Birêveberiya ÎHHyêdestnîşan kir sedama qetilkirinaYasîn Boru û ya qetilkirina Fatima Hacîciya ku ji teref polêsên siyonîstan ve hat qetilkirinbêdengiya Mislimanan e.

Gulden Sonmeza Endamê Lijneya Birêveberiya ÎHHyê  ji teref polêsên sîyonîst a rejîma dagirker ve qetilkirina Fatima Hacîcî ji ÎLKHAyê re nirxand. Sonmez di  nirxandina xwe de qetilkirina Fatima Hacîcî şiband qetilkirina Yasîn Boruyê ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de hat qetilkirin  û destnîşan kir ev qetlîam hemî kesî mehzûn kiriye.

“Gelo ma em mirine ku Fatima ew qas bêdeng diçe?”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de diyar kir Yasîn jî zarokê Mislimanan bû û Fatima jî zaroka Mislimanan bû. Sonmez dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Qetilkirina van her duyan jî hemû kesî mehzûn dike. Me li wan xwedî derneket. Dû re hinek Misliman hişyar bûn. Ez bi xwe xebera çend xortên ku li Diyarbekirê xwe spartibûn avahiyekê stand. Ya rastî berî ew bên qetilkirin xeber ji min re hat. Min hewil da bi hinek kesan re têkevim têkiliyê, lê her carî astengî derxistin pêşiya me û hincetan dan pêş. Lê diviyabû me hewil daba da ku em pêşiya vê qetlîamê girtiba. Ew axên ku ji teref îsraîl ve hatine îşxalkirin yên me ne, Diyarbekir a me ye. Axên me ew axên ku Selahaddînê Eyyûbî jê derbas bûne û fetih kirine ye. Ji bo li ser van axan mal, can û namûsa hemû kesî di ewlehiyê de bin Îslam dixwaze li ser van axan hakim be. Bi ya me ew tiştên ku hatine serê Yasîn û Fatima ji ber bêdengiya Mislimanên ku di dorheleke bê Îslam de dijîn e. Ez hêvî dikim ew xortên wek wan ji îro pê ve ji bo Îslamê hakim bikin bixebitin. Li kolan û kûçeyên Diyarbekir û Qûdsê encax bi vî awayî zarokên me dikarin di nav ewlehiyê de bin. Ez ji temamê lîderên Îslamê, dewletên Îslamê, cemaet û STKyan re dibêjim. Bi rastî jî ma em mirin ku  Fatima ev qas bêdeng diçe?”(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe