“Em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filistîniyan re bibin destek”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku di civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamê de axivî diyar kir ‘Em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filîstîniyan re bibin destek.’

Li Stenbolê Civîna Komîteya Îcrayê ya Awarte yên Wezîrên Karên Derve yên Teşkîlata Hevkariya Îslamê hat tertîpkirin. Di civîna ku hat tertîpkirin temamê kiryarên siyonîstên terorîst hatin şermezarkirin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşogluyê ku ji civînê re serokatî dikir derheqê meseleya Filistînê de nirxandinan kir. Çavuşoglu banga ji Filistînê re destekdayînê kir û wiha got: “ Bi milyonan Filistîniyên ku bûne koçber û yên ku di wan axên ku ji teref îsraîlê ve hatine îşxalkirin de dijîn hene ku divê em ne bi gotinên zûwa bi kiryar û îcraatên xwe ji Filîstîniyan re bibin destek. Em ji vê derê  bang ji hemû kesên ku dixwazin ji vê zilmê re bibêjin bisekine re dikin, werin Dewleta Filistînê nas bikin.”

ÎLKHA








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin