“Êm nevisiyên vê welatê nînin”

STENBOL - Înîsyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û FETO Serokatiya Bajarê Stenbolê ya Partiya Seadetê ziyaret kirin û dest nîşan kirin ku ew miemeleya nevisîbûnê divînin.

Înîsyatîfa Malbatên Mexdûrên ku di encama qumpas û komployên 28ê Sibatê û FETO de hatine girtin Serokatiya Bajarê Stenbolê ya Partiya Seadetê ziyaret kirin û dest nîşan kirin ku ew miemeleya nevisîbûnê divînin.

Malbatan bal kişandin ku mehkûm çendîn sal e ku di encama FETO/PDYyê ve hatine girtin. Her wiha malbatên mexdûran diyar kirin pêwîst bû piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê biryarên ku ji teref hakim û dozgerên ku endamên FETO ne ve hatine dayîn werin betalkirin.

Semîha Demîra jina Yasîn Demîrê ku 16 sal e di girtîgehê de ye di Serokatiya Bajarê Stenbolê ya Partiya Seadetê de destnîşan kir divê ku ew di derbarê vî yekê de piştgirî bidin wan û hemî bi hev re bibin dengê mezlûm, belengaz û mustezefan.

“Êm nevisiyên vê welatê nînin”

Semîha Demîr wiha axivî: “Di heyama hewldana derbeya 15ê Tîrmehê de gule li gel hat reşandin. Gelek însan şehîd bûn. Ji ber vî yekê ew hatin girtin. Cezaya ku heq dikirin sitandin. Cezaya ku heq dikirin sitandin lê hêj biryarên ku ji teref hakim û dozgerên ku endamên FETO ne ve hatine dayîn nehatine betalkirin. Ev yek bes ji bo me Mislimanan wiha ye. Êm nevisiyên vê welatê nînin.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye