“Em qetlîamên bombeyî telîn dikin”

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Mirovan di derbarê êrîşa bombeyî ya Entabê de daxuyaniyek da û destnîşan kir hedefa êrîşê hizûr û hevgirtina civatê ye.

 Ji teref Navenda Giştî ya Cemiyeta Mafên Mirovan ve di derbarê êrîşa bombeyî ya ku li Entabê li cihê dawetê hat kirin de daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin:

“Ev qetlîam  rasterast û bi şikleke plankirî li dijî xelkê me bizanebûn hatiye kirin  û bi êrîşê hizûr û hevgirtina civatê hatiye hedef girtin.Her wiha bi vê êrîşê nirxên me hatine binpêkirin.Armanca wan kesên ku vê êrîşê plan kirine û kesên ku dane kirin çi dibe bila bibe ferq nake divê temamê kesên qatil bên şermezar û telîn kirin.”

“Her çi qas ew kesên fail cuda bin jî dîsa ew tezahura heman halê rih a bi nexweşî ne”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ew wek cemiyet wan kesên ku vê qetlîama wehşet kirine telîn dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew hereketên ku ji xwe re şidetê xistine rêyeke tenê dê ji teref civatê ve bên mehqûmkirin ku ev yek tê zanîn. Her çi qas ew kesên fail cuda bin jî dîsa ew tezahura heman halê rih a bi nexweşî ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de di derbarê provokasyonên ku îxtîmal in derkevin de hişyarî hat dayîn û wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Ew kesên ku dixwazin ji vê êrîşê sûdê werbigrin  û dixwazin hawirdoreke nû ya şer û aloziyê derînin jî perçeyeke heman plana sînsî ne.Em ji Xweda Teala ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane re rehmet û ji kesên ku birîndar bûne re jî şifayê teleb dikin.Serê gelê me sax be.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar