Em raya giştî di çarçova berpirsyariyê de bikar bînin

Li Rihayê b navê ‘Girîngî û Bandora medyayê ya di Rojaneyê de’ hat lidarxistinç Alîkarê Serokê Nasandina Medyayê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk diyar kir divê ku raya giştî di çarçova berpirsyariyê de were bikaranîn.

Yakubiye-Derê ku di Taxa Yakubiyeya girêdayê navçeya Eyubiyeya Rihayê de xizmetên Îslamî dike semînereke bi navê ‘Girîngî û Bandora medyayê ya di Rojaneyê de’ hat lidarxistin.

Alîkarê Serokê Nasandina Medyayê ya HUDA PARê Erdal Elîbuyuk di semînerê de axivî. Elîbuyuk ragihand divê ku raya giştî di çarçova îhtiyaciya mirov de were bikaranîn.

Elîbuyuk destnîşan kir dema ku raya giştî tê emilandin divê ku di çarçoveke weset de mirov hereket bike û di hesabên medyaya civakî de mirov çi diemilîne mirov jê haydar bibe.

Elîbuyuk ragihand divê ku mirov gor niyaziya xwe ji raya giştî îstîfade bike. Dûvre Elîbuyuk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em li ser raya giştî tiştekî parve dikin divê ku em pir haydar bibin. Em li vir ji bo ku her kes medyaya civakî bikar bîne napeyvin. Lewra dê em di derbarê vî yekê de gor niyaziya xwe hereket bikin. Em raya giştî di vî çarçovê de biemilînin. Îlke û berpirsyariyên me di vê warê de heye.”

“Agahiyên ku ji înternetê tên hilgirtin mayînde nînin”

Elîbuyuk ragihand piştî wezîfa ku Xweda daye mirov pêk hat anîn divê mirov raya giştî bikarbîne. Dûvre Elîbuyuk wiha pê de çû: “Agahiyên ku ji înternetê tên hilgirtin mayînde nînin. Di lêkolînan de ev encam hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê dema ku me wezîfeya xwe ya eslî ya ku Xweda daye me pêk anî em tiştên di ku divê di derbarê medyayê de bikin bînin cî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye