“Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf derkevin”

Navenda Giştî ya HUDA PARê ji ber minasebeta ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de bang li xelkê hat kirin da ku roja înê temamê Mislimanan derkevin qadan û xwedî li Qudsa Şerîf derkevin.

 “Em roja înê xelkê xwe vedixwîn meydanan da ku xwedî li Qudsa Şerîf  derkevin​”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  ummeta Îslamê di nav buhrana herî mezin de ye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Pêdivî û îxtiyaca welatên Îslamê  ji xwedanheviyê re heye û divê vegerin li ser huviyetên xwe yên eslî heye. Ew kemîna herî dawî ya ku ji teref hêzên emperyalîst û siyonîst ve bi arîkariya hevkarên wan li hember terefdarên Quds û Mescîd-î Eqsayê hatiye dayîn ldivê hişê temamê Mislimanan bînê serê wan. Em wek HUDA PARê bi vê wesîleyê  bang li temamê Mislimanan li ser rûyê erdê dikin  da ku li meydanan xwedî li  Qudsa Şerîf derkevin û destekê bidin temamê bernameyên ku dê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê bên tertîpkirin. Her wiha em bangê Mislimanan dikin da ku temamê Mislimanan ji bo Qudsê sefên xwe bikin yek.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe