EL ASAAD GOT
“EM TEK BEYREQ TEK WETAN DIXWAZIN”
Albay Riyad El Asaad, 31 sal di ordiya Esed de wezîfe kiriye dûre ji ordiyê diqete û tê Tirkiye. Niha lîderekî ordiya azad a Sûriye ye. El Asaad, der barê rewşa bakurê Sûriye de wiha xeber da “Em ne qaîl in ku metreqareyek axa Sûriye jî, jê biqete. Em tek beyreq tek wetan dixwazin.”
Piştî ku li bakurê Sûriye, hêzên Esed hinek navçe û bajara ji PYDê re hişte, El Asaad vê beyanê diyar kir. Albay El Asaad wiha dewam kir “Em naxwazin bi Kurdan re şer bikin. Lê emê Qamişlo jî terk nekin. Em bi hêzên Esed re şer dikin, Kurd herêmek cûda dixwazin. Lê em tucarî li Sûriye dewletek Kurd ya serbixwe qebûl nakin. Emê bi grûbeke Kurd re civînê pêk bînin. Cewaba xwe ya net emê ji wan re bêjin. Esed hinek deveran vala kir û ji PYDê re hişt daku muxalefetê yanî dijminê xwe berahev de. Em alîgirê parastina hemû axa Sûriye ne.”
Li aliyê din general Menaf Tlasê ku ji Esed qetiyabû, li Enqerê bi Ehmed Davûtoğlû re hevdîtîn pêk anî. Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî tevlî hevdîtinê bû. Hevdîtin saetek û nîv dewam kir. Tlas cara ewil derket pêş medyayê û wiha got “Ji bo Sûriyeke demokratîk dive emê werin cemhev.”
Wezîrê karên derve Ehmed Davûtoğlû da zanîn ku wê nehêlin teşekkulên mîna PKK û El Qaîde di sînor de bicîh bibin.
Xeberan diyar kir ku li Islahiye, li çadirqempa multeciyên Sûriye, kesên ji teref hêzên asayîşê bi îddîa ketina nav hadîseyên çadirqempê hatibûn girtin, piştî îfada wanî li sewcîtiyê hatin berdan. Lê ew jî bi tevî maliyên xwe, vegeriyan Sûriyeyê.