“Em tetbîqkirina wan soz û projeyan dixwazin li sehayê bibînin"

DİYARBEKİR - Serokê HAKSÎADê Remezan Azboy di derbarê daxuyaniyên Serokwezîr Bînalî Yildirimî yên li Diyarbekirê de destnîşan kir “Em dixwazin ew sozên ku hatine dayîn û ew projeyên ku hatine eşkerekirin li sehayê bên tetbîqkirin.”

 Serokê HAKSÎADê Remezan Azboy, piştî ku Serokwezîr Bînalî Yildirim ‘Hamleya Piştgirî û Veberînê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat’ eşkere kir re, di derbarê mijarê de nirxandinan kir  û destnîşan kir ji bo proje karibin bên tetbîqkirin divê problema ewlehiyê bê çareserkirin.

Azboy di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir bernameya ku hatiye eşkerekirin musbet e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hêvî û daxwaza me ya herî mezin tetbîqkirina van projeyan e.Ev hatine Serokwezîr dê neticeyên erênî pêk bîne.Lê belê divê beriya vê divê problema ewlehiyê bê çareserkirin.Lewra ji bo veberhênan divê ewlehî û îstîqrar hebe.Em bawer dikin ger ku ev îstîqrar û ewlehî pêk bê dê ev paketa ku ji teref Serokwezîr ve hatiye daxuyandin ji Diyarbekira me re xêrê bîne.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye