“Emerîka eşqîyatîya sîyasî dike”

Serokê hereketa Nahdayê Raşîd el Gannûşî qaşo naskirina Serokê Emerîka Doland Trûmp Quds wek paytextê sîyonîstan dabû naskirin, Emrîka wek “eşqîyatiyek sîyasî” da nîşandan.

Serokê hereketa Nahdayê Raşîd EL Gannûşî bertekên tûnd nîşanî Serokê Emerîkaya emperyalîsat da. Gannûşî li ser qaşo Serokê Emerîkayê Trûmp Quds wek paytextê sîyonîstan dabû naskirin got ku “Emerîka eşqîyatîya sîyasî dike.”

Gannûşî li ser qirara Trûmp got: “Êrîşa li ser Fîlîstînê êrîşeke li ser Ereb û alema Îslamî û heta êrîşeke li ser temamê azadxwazê dinyayêye. Ev biryara di nava Emerîqa jî li ser nehatiye li hevkirin û ev biryara şiklekî eşqîyatiya sîyasîye.”

Gannûşî destnîşan kir ku kî çi dibêje bila bibêje ev bajara bajarê Fîlîstînîyan, Ereb û alema Îslamêye, tu kes nikarin vê rastiyê biguherîne.

Gannûşî di dawiya beyanata xwede îfade kir û got: “Ne heqê Trûmp ne jî yê tû kesê din tuneye ku li ser Fîlîstînê an jî li ser Mescîdî Aqsayê dawa tu heqî bike.” (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e