Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê salvegera 3yemîn a zefera ku qezenc kirine pîroz kir

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, 20 sal li hember Emrîqa û NATOyê micadeleyê da û piştî 20 salan zeferekî bi nav û deng bidestxist.

Ji ser zefera Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ku di 15ê Tebaxa 2021an de hatibû bidestxistin 3 sal derbas bûn. Bi minasebeta salvegera zeferê bernameyên curbecur hatin tertîpkirin û bi wan bernameyan salvegera zeferê hat pîrozkirin.

Zefera 15ê Tebaxê ku micahîdên Efxen piştî îşxala 20 salan bidestxistin, bi hemû coş û beşa xwe tê pîrozkirin û micahîdên ku di dema cîhadê de şehîd ketine jî têne yadkirin.

Di bernameyên ku hatin tertîpkirin de wesayîtên leşkerî yên ku ji Emrîqayê wek xenîmet hatine bidestxistin jî hatin nîşandan.

Efxenistan niha bi şerîatê tê îdarekirin û roj bi roj jî xwe pêşve dibe û desthilatî û civak di nav xwe de xwe hembêz dike, dewlet ji teref xelk û civakê ve jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê