Emperyalîst bi destên hevkarên xwe yên di nav alema Îslamê de dixwazin Qatarê ceza bikin

Ji teref HUDA PARê ve di derheqê wê zexta ku rejîma Siûd bi desteka DYAyê hewil dide li Qatarê bike de û di derheqê wê qeyrana ku ji ber vê zextê derketiye de daxuyanî hat dayîn.

Ew taaruza siyasî ya ku di pêşengiya Siûd de li Qatara ku lê rayedarên HAMAS û Îxwanê bi mecbûrî îqamet dikin  tên kirin, di  cografyaya Îslamê de bû sedema qeyraneke nû.

Di daxuyaniya ku ji teref HUDA PARê ve hatiye weşandin de di derbarê mijarê de hat ragihandin  ew hewildan a dorpêçkirina Qatarê ye û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Trumpê ku piştî  hat serê dewletê hema bi lez Îslam û komên Îslamî xist hedefa xwe û destekê da îsraîl û Sîsiyê darbeker Erebistana Siûd ziyaret kir  û piştî wê ziyaretê li dijî Qatarê dest bi operasyonê hat kirin ku ev yek manîdar in.”

 “Emperyalîst bi destên hevkarên xwe yên di nav alema Îslamê de dixwazin Qatarê ceza bikin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ji ber ku têkiliya Qatarê bi Tirkiyê re baş e û ji ber ku Qatar di warê meseleya Îranê de bi wasat e tê hedefgirtin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Her çi qas ji qeyranê re Îxwanul Muslîmin û HAMAS wek hincet bê nîşandan jî mesele di rastiyê de ne wisa ye. Raya giştî ya Misliman dizane ku Qatar ji ber ku  ji planên emperyalîstan re xizmetê nake, ji ber ku di wê şerê sunnî-şîî ya ku tê xwestin di nav ummeta Îslamê de bê derxistin de wek Siûd û welatên Kendavê nabe aktor, ji ber ku pêwendiyên wê bi Tirkiyê re baş e û ji ber ku bi di warê Îranê de weset e li hember Qatarê ev yek tê kirin û ev helwest tê nîşandan. Temamê van tiştan ji ber ku tê maneya derketina planên ku Amerîka û Îsraîl xêz dike emperyalîst bi destên hevkarên xwe yên di nav alema Îslamê de dixwazin Qatarê ceza bikin.”

 “Ev qerara welatên Kendavê seranser ji emperyalîstan re xizmetê dike”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihadin ew operasyona ku li Qatarê tê kirin ji wê darbeya ku li Misirê hat kirin û ji wê teşebûsa darbê ya ku di 15ê Tîrmehê li Tirkiyê hat kirin ne xweser e û dû re wiha hat gotin: “ Ew darbe û operasyon  planên emperyalîstan in da ku welatên Îslamê pê bên dizaynkirin. Ev qerara welatên Kendavê seranser ji emperyalîstan re xizmetê dike. Ev qerara ew ê fitne û agirê li heremê zêdetir bike. Di van rojên ku tê de pêdiviya alema Îslamî bi lez ji hizûrê re heye de  ‘Welatên Kendavê’ divê ji vê qerara ku hizûrê xera dike vegerin. Divê ji armanc û planên Amerîka û Îsraîlê re xizmetê nekin, divê ji bo hizûra alema Îslamê xizmetê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin heta yekîtî neyê tesîskirin  ew ê ew welatên ku di hedefê de ew ê ji tevlîhevkirinê xelas nebin.(ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe