Eskerên Emrîka çawa li Efğanîstan û Pakîstan û Yemen û İraqê û li hinek welatên muslumana yên din, carna xwe wenda dikin, dîn û har dibin, bi helîkopter û sîlehên di destê xwe de, xwe meznê dinyê dibînin û serxoşane li rast û çepê xwe direşînin û paşê jî bêşerm li pêş medyayê pê peznê xwe didin, divê bê gotin ku ev exlaqê wanê mîllî ye. Lewra fîlm û mektebê wan, siyasetmedar û polîtîka wan vê derzê dide wan. Berî niha eşkere bu ku di mektebên eskeriyê de, derza qetlîam kirina xelkê musluman didin esker û sûbayên xwe. Yanî qetlîam û kuştin ji Emrîkiyan re ‘adet e, ji bo kesên ne Emrîkî re qebhet e.
Hinek Emrîkî carna ewqas maceraperest û serxoş dibin, xwe hew digrin radibin li hemşehriyên xwe jî qetlîama rast dikin. Du roj berê yekî Emrîkî, li eyaleta Koloradoyê, maske xist serê xwe, bombê gazê û sîleh girte destê xwe, û mîna qehreman û qomanderên meşhûr, xwe bera nav salona sînemayê da. Di salonê de galaya fîlma Batman hebû. Ewilî bomba gazê avêt, dûre jî li rast û çep reşand. Di êrîşê de 14 kes hatin kuştin, zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Hewce ye ku bê bibîranîn, di serê meha Adarê de, li Efğanîstanê jî qehreman eskerekî Emrîka, mîna Rambo sîleha xwe rahiştibû û xwe bera hundirê maleke Efğan dabû. Di êrîşê de, 16 kesan qetil kiribû. Dûre jî cesedê 11 kesên kuştî şewitandibû. Di nav wan de gelek zarok jî hebûn. (Ferman Çiyayî/ Bangaheq)