Emrîka Eskerê Xwe Li 35 Welatên Efrîkayê Bi Cîh Dike

Emrîka Eskerê Xwe Li 35 Welatên Efrîkayê Bi Cîh Dike

Emrîka piştî Efğanîstan, İraq û Pakîstanê, niha jî dixwaze parzemîna Efrîkayê îşgal bike. Dewlemendiyên van welatan têra wê nake, ji lew dixwaze dewlemendiyên Efrîkayê jî bimêje. Wekî tê zanîn, mîna parseka naçe. Dîsa bi navê mucadela li ber terorê, ji bo anîna demokrasî û aştî û azadiyê diçe.

Hat zanîn ku Emrîka plan dike ku piştî sersalê hinek tûğayên eskeriya xwe, li 35 welatên Efrîka bicîh bike. Di 2007an de li Efrîkayê Afrîcom (Efrîkom) saz kiribû, niha jî dixwaze bi van tûğayan li Efrîkayê reh berde. Di planê de tê îfade kirin ku hinek grûb û orgutên ku ji xwe re talûke dibîne, wê bi wan re şer bike, bixwaze têxe bin kontrola xwe. Îddîa dike ku van grûb û orgut, dewamiya el Qaîde ne.

Tê gotin ku van tuğayên Emrîka, eger ji Emrîka emir bê dayîn, wê karibin operasyona jî rast bikin. Ev jî tê vê me’neyê ku hem qetlîaman rast bike hem jî Efrîkayê îşgal bike. Qomandariya herbê ya Emrîka û Efrîkayê Afrîkom, bi fermana hikûmeta Bûş, bi amanca operasyonên sivîl û eskerî rast bike, ji teref Pentagonê ve hatibû sazkirin

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar