Emrîka Firqateynê Bi Fuze Hîbeyî Tirkiyê Dike

Meclîsa temsîlkaran ya Emrîka, teklîfeke qanûnê tesdîq kir ku, ji stola Emrîka firqateynên bi fuze hîbeyî hinek dewletan bike ku, Tirkiye jî di nav wan de ye

 Meclîsa temsîlkaran ya Emrîka, teklîfeke qanûnê tesdîq kir ku, ji stola Emrîka firqateynên bi fuze hîbeyî hinek dewletan bike ku, Tirkiye jî di nav wan de ye.

Teklîfa qanûnê, bê tesdîqa komîteyê çû ber destê heyeta giştiya meclîsê. Li meclîsê bi dana rayan ya bideng hat qebûlkirin. Teklîf selahiyatê dide Barak Obama ku, dikare 2 firqateynan, hîbeyî Tirkiyê bike. Hat gotin ku, di lîsteya dewletên ku wê li wan hîbe bê kirin de, ewilî navê Tirkiyê tunebû. Paşê bi teşebbusa îdara waşîngtonê, navê Tirkiyê jî ketiye lîsteyê.

Ji bo ku teklîf têkeve meriyetê, divê senato tesdîq bike. Li ser van hîbeyan tê meraq kirin ku, gelo wê di bedêla van hîbeyan de, ji Tirkiyê tu tawîz bên stendin yan na.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar