Emrîka Şirîkê Derbeyê Ye

Emrîkayê terorîst ji derbeya Misrê re negotibû derbe. Niha jî li derbe û derbekeran xwedî derket

Wezîrê karên derve yê Emrîka John Kerry, li Pakistanê di kanalekê de xeber da. Kerry di xeberdana xwe de îfade kir ku ordiya Misrê Demokrasiyê ava dike. Kerry mîna henekê xwe bi alema dinyê bike wiha got “Ji bo ku Misir ber bi kaosê ve neçe, bi milyonan Misrî xwestine(!) ku ordî midaxele bike. Li gorî me ordîyê dest daneniye ser îdareyê, li holê hikûmeteke sivîl heye.”

Li ber gotinên Kerry yên çewt û xerab, tepkî zû bilind bûn. Berdevkê Îxwan Cîhad el Heddad da zanîn ku Emrîka çawa destek dida rejîma Mibarekê dîktator, niha jî şirîkê derbeyê ye. Heddad wiha got “Gelo avakirina demokrasiyê karê ordiyê ye? Eger wezîrê parastinê yê Emrîka Chuck Hagel(Çak Hegil) ji bo Obama ji îdarê bixe, protestoyan plan bike, ma ew ê bê qebûlkirin? Ma hûn qebûl dikin ku ordiya Emrîka senato û kongreyê fesix bike û qanûna esasî bisekinîne?”

Cîhad el Heddad di xeberdana xwe de ji xelkê Emrîka xwest ku, li ber hikûmeta xwe bisekinin da ku nebe piştevanê derbekeran

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar