Ên ku li Xanikê hatin qetil kirin hatin defin kirin

Endamên HUDA PARê yên ku li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê ji teref HDPyîyan ve hatibûn qetil kirin îro hatin defin kirin.

Endamên HUDA PARê Mehmet Şerîf Şîmşek û A.Celîl Talayhan ên ku li gundê Xanikê ya ku girêdaye Hezexa Şirnexê ji  teref HDPyîyan ve bi çekan hatibûn qetil kirin îro hatin defin kirin.

Piştî ku otopsîya Mehmet Şerîf Şîmşek(35) û A.Celîl Talayhan(37) li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin îro dane şeveqê cenazeyên wan birin gundê Xanikê.  Defin kirina her 2 endamên HUDA PARê, bi beşdarbûna  Alîkarê Serokê Giştî ya HUDA PARê M. Bahattîn Temel, serokên partîyên HUDA PARê yên şaxên Riha, Mêrdîn,Şirnexê û hezkirî, xismên şehîdan hat kirin.

Di dema ku cenaze dihatin defin kirin her tim ji PKK û HDP re lanet dihat xwendin. Her wiha dîsa di dema defin kirina cenazeyan de li ser navê Hîzbûllah slogan dihat avêtin.

“Bila hemû kes vê bizanibe ku em ê tu carî vî miletî tênexin destên zaliman”

Piştî ku cenazê hatin defin kirin Mela Beşîr Şîmşek axavtinek kir. Şîmşek di destpêka axatina xwe de wiha got: “ Piştî Diyarbekir, Kanîreş û Cizîrê re şehîdên Xanikê jî ji da’wa îslamê re sadiq û girêdahî man.  Em jî ji vê derê soz didin wan ku em ê jî xwedî li da’wa wan derkevin û em  ê da’wa wan bidomenin. Em ê tu carî vî miletî tênexin destên zaliman. Bila hemû kes vê bizanibe.”

“Ew qesên ku birayên  me şehîd kirin  îro zen dikin ku bi şehîdbûna wan em ê stûyê xwe li ber xwe bitewenin”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de PKK û HDP hişyar kir û wiha got: “ HDP fêm kir ku ew ê di bin bendavê de bimene êdî êrîşî derdorê dike. Ew kesên ku mîna qewmê Lut têketine rêyekî xerifî, berê şefqet û merhemetê dane nebaşîye, berê nefret û kînê jî dane qencîyê. Ew qesên ku birayên me şehîd kirin û îro zen dikin ku bi şehîdbûna wan em ê stûyê xwe bitewenin. Lê bele bila tu kes vê hevîyê neke. Ey PKK Û HDP! We bi şehîd kirina birayên me , me ji xewê hişyar  kir, we azm û xeyreta me zêde kir.”

“Ev êrîş ne ji nişka ve , bizanebûn hatîye kirin”

Şîmşek di axavtina  xwe domand û wiha peyivî: “ Berî niha şehîd ji teref PKKyê ve hatibûn tehtîd kirin. Dikana Şehîd Mehmet Şerîf berî niha hatibû şewitandin. Ev êrîş ne ji nişka ve , bizanebûn hatîye kirin. PKK û HDP dijmintîyê li me dikin. Lewra em wê îslama ku ji xwe re dijmin hesibandinê dijîn û heta ku ji deste me tê bi xelkê jî didin jiyandin. Ev êrîş, nefret û kîna wan ji îslamê re ye. Sedema vê kîn,nefret û dijmintîyê ev e ku dema îslam li vê civakê hakim bibe ew ê rûyên wan a reş û pîs derkeve holê.”

“Çima vê zilm û zordarîya ku li me tê kirin hûn naxwazin bibenin?”

Şîmşek di derbarê bûyerên 6 û 8ê cotmehê de wiha axivî: “ Hikumet di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de birayên me bi wan zaliman re rû biû û hişt. Qatilên Yasîn û hevalên wî hêj jî li dervê digerin. Dema ku birayên me hatin qetil kirin hûn li ku dere bûn? Çima vê zilm û zordarîya ku li me tê kirin hûn naxwazin bibenin?”

Şîmşek wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew çapemenîya navteweyî ya ku di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de çawa ku piştî heftîyekî xeber amade kiribin , duh jî bi heman awayî xebera gundê Xanikê bi vî awayî dan ‘Pêvçûna di navbira HDPyî û HUDA PARîyan de 2 kes mir.”  Pêvçûn tune ye.Êrîş heye û di encama vê êrîşê de 2 birayên me şehîd bûn.Gelo heger pêvçûnek hebana çima tiştek ji HDPyîyan nebû. Hinek sazîyên çapemenî yên navteweyî PKK û HDP diparezin û li gor menfaeta wan weşane dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar