Encamên Teqez Ên Hilbijartinê

Heyeta Bilind a Hilbijartinê di heqê hilbijartina serokcimhûriyê de, encamên teqez beyan kirin.

Heyeta Bilind a Hilbijartinê di heqê hilbijartina serokcimhûriyê de, encamên teqez beyan kirin. Li gorî diyarkirinê di hilbijartinê de serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan ji sedî 51.79, Ekmeleddîn Îhsanoğlu ji sedî 38.44 û Selahattîn Demîrtaş jî ji sedî 9.76 ray bi dest xistin.

Li gorî daneyên YSKyê, rêjeya beşdariyê ji sedî 74.13 bû.

Li gorî encamên teqez, ji 55 milyon û 692 hezar û 841 hilbijêrên qeydkirî, 41 milyon û 283 hezar û 627 kesan raya xwe dan. Ji deng û rayên ku hatine avêtin, 40 milyon û 545 hezar û 911 heb muteber, 737 hezar û 716 heb jî betal hatin qebûlkirin.

Di hilbijartinê de ji hemû rayên muteber Erdoğan 21 milyon û 143 ray, Îhsanoğlu 15 milyon û 587 hezar û 720 ray û Demîrtaş jî 3 milyon û 958 ray bi dest xistin.

Dengê Xana Axpar

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar