Endam û dildarên Karwanê Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin

Ji ber du erdhejên mezin ên ku navendên wan Mereş bû li 10 bajaran zirareke mezin pêk hat ku yek ji wan bajaran jî Semsûr e.

Ji roja ewil a erdhejê ve dildar û endamên Karwana Hêvîyê hewl didin ji derdê erdhezedeyan re bibin derman û birînên wan derman bikin. Xebatên ku ji 6ê Şibatê ve li Semsûrê hatin destpêkirin di meha Remezanê de jî bênavber berdewam dike. Endam û dildarên Karwana Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin.

Şukur Bakirê Mesûlê Mitbaxa Aşxaneya Kerwana Hêvîyê derbarê mijarê de wiha axivî: “Xweda rehama xwe li temamê wan kesên di erdhejê de rehmet kirine bike. Ekîba me ya ku 27 kesan pêk tê ji Êlihê hat vê derê. A niha seat 23.30 e û ji bo xwarina fitarê ya sibe amadehî tê kirin, malzeme tên hûrkirin û hazirîya xwarinê tê kirin. Xweda nesîb bike em a niha hazirîya xwarina ku dê têra 28 hezar kesî bike dikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"