Endamê GÎKa HÜDA PARê Şeyhmus Tanrıkulu di sala 12an de Qetliama 6-8ê Cotmehê nirxand

Di nav mexdurên herî mezin ên hovitiya ku di dîrokên 6-8ê Cotmehê a 2014an de hat jiyîn de nexasim HÜDA PAR hebû. Di wan rojan de çi hatibû jiyîn, di armancê de kî hebûn û kê li herêmê kaos dixwest?

Endamê GİKê ê HÜDA PARê Şeyhmus Tanrıkulu ku di sala 2014an de wêne û erka Serokê Bajêr ê Amedê yê HÜDA PARê li ser xwe digirt, bi bîr xist ku di êrişên 6-8ê Cotmehê de beşa Îslamî bi rengekî giştgir û topyekûn hatibû armancgirtin.

"Tevlî qetliamên ku hatin kirin jî pêkhateyên Îslamî yên li herêmê li ber PKKê serî netewandin"

Tanrıkulu diyar kir ku tevli qetliamên ku hatin kirin jî pêkhateyên Îslamî yên li herêmê li ber PKKê serî netewandin; anî ziman ku ji bûyerên biêş ên hatine jiyîn hîn jî ders nehatine derxistin.

Tanrıkulu wiha got: "Erê, di ser re 12 sal derbas bûn. Hîn jî êş mîna roja yekem di cihê xwe de rawestiyaye. Dema em biçin wan rojan, belkî jî ji bo tevgera Îslamî û Musulmanan di girêdana dîrokî de cara yekem rewşeke tunejêbirinê ya bi giştî hebe. Çünki di xeta fermanên welatên emperyalîst ên ku piştgiriyê didin PKKê ya ku jehrîbûna hêzê dijiyan de, ji bo bêîslamkirina herêmê teşebusek hebû."

Tanrıkulu bal kişand ku PKKê beriya êrişên 6-8ê Cotmehê jî dîsa Musulmanên li herêmê dikir armanc, navnîşana wan diyar dikir û armanc dikir wan ji holê rake û anî ziman: "Ji bo vê yekê belkî ji salek berê ve, heta di sala 2013an de bi 'pêvajoya çareseriyê' ya ku dest pê kir re di bin navê 'gerillatiya bajarî' ya li ser bingeha gundewar de çûbûn nava rêxistiniyekê. Di rêza yekem a armancên wan ên li bajaran de jî HÜDA PAR û derdora wê, yani beşa Îslamî hebû. û tiştên li Kobaniyê hatin jiyîn kirin hincet, bi vesîleyekê ji bo ku Musulmanên li herêmê bêbandor bikin; xanî, cihên kar, erebeyên wan talan bikin ketibûn nava xebatekê."

"Tevî zêdetirî 200 teşkîlatên me yên bajar û navçeyan endamên me hatin armancgirtin"

Tanrıkulu wiha axivî: "Di 6-8ê Cotmehê de bi rastî jî bûyerên pirr tirsînak hatin holê. Bi awayekî hovane û barbarane kuştin hatin kirin. Beşa Îslamî bi giştî hat armancgirtin. Şîarên Îslamê hatin armancgirtin. Mizgeft, medrese, rêxistinên civaka sivîl û di heman demê de tevî zêdetirî 200 teşkîlatên me yên bajar û navçeyan, endamên me hatin armancgirtin. Çünki astengiya herî mezin a ku di ber xwe de dîtibûn ji bo gihîştina armanca xwe, Îslam û beşa Îslamî bû. Elhemdulîllah ji Xwedê re ku nekarîn bigehêjin armanca xwe. Bi nêzîkatiya bi basîret a beşa Îslamî re fêl û xefikên wan bi temamî hatin bêbandorkirin."

"Neteweyên emperyalîst bi kar anîna PKKê dixwestin Musulmanên li vir bi temamî ji holê rakin"

Tanrıkulu bal kişand ser hêzên li paş perdeyê yên wan bûyerên ku di wê serdemê de hatin jiyîn û wiha axivî:

"Eger bîra we bêt, dema em diçin salên 2013-2014an, Şeytanê Mezin konsolosê DAHê (DYA) yê Edeneyê Espinoza kengî bihata Amedê -ku ev kes bi HDP û PKKiyan re hevdîtin dikir- û piştî van hevdîtinan dîsa partiya me û rêxistinên civaka sivîl ên Îslamî dihatin armancgirtin. Amerîka; bêîslamkirina herêmê, nebûna hişmendiyeke Îslamî, û berbelavbûna ramaneke ku xwedî fikreke komûnîst û materyalîst e û di heman demê de tehrîfata zayendî diparêze di nav Kurdan de dixwest. Kesên ku dê li hemberî vê bisekinîya jî Musulmanên ku nasnameya Îslamî pejirandine bûn. Ji ber vê yekê neteweyên emperyalîst bi kar anîna PKKê dixwestin Musulmanên li vir bi temamî ji holê rakin... Di wan salan de nexasim li ser Sûriyeyê re bi traktora tijî (TIR) tonên çekan şandin, perwerdekirina wan, hemûyan armancek hebû!"

"PKK-HDPê ji gelê Kurd ê Musulman lêborîn nexwest, rexneyîxweyî nekir"

Tanrıkulu anî ziman ku gava mirov li pêvajoya dîrokî dinêre, her çend kesên di xeta HDPê de yên ku poşmaniya xwe anîne ziman çêbûbin jî, di nirxandineke giştî de nebûne şahid ku ji tiştên hatine jiyîn ders hatibin derxistin û van îfadayen bi kar anî:

"Ji ber vê yekê ji gelê Kurd ê Musulman lêborîn nehat xwestin. Muhesabe nekirin an jî bi gotina wan rexneyîxweyî (xwerexnekirin) nekirin. Belkî hîn jî pêvajoyên hiqûqî yên hin ji wan berdewam dikin. Lê belê ev kes di wijdana gelê me de û di warê dîrokî de hatine mehkûmikirin. Çünki di erdnîgariya ku ew bixwe tê de dijîn de bi awayekî pirr hovane êrişkirina ser mirovan û cîranên xwe, şewitandina cihên kar û erebeyan, talankirina mal û milk... Ez bawer nakim ku wan muhesabeyeke wiha cidî kiribe jî. Me wiha nedît jî."

Endamê CÎKê ê HÜDA PARê Şeyhmus Tanrıkulu tekez kir ku ew li dijî tundî û pevçûnê ne û ji bo girtina piştgiriya gel divê di warê fikrî de xebat bên kirin; axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Di beramberî tiştên ku wan soz dabûn mirovan de nêzîkî sed hezar Kurd jiyana xwe ji dest da"

"Encama hewldana ku hûn bi çek û hêza leşkerî ya di destê xwe de îdeolojiya xwe bi kesên din bidin pejirandin û yên ku napejirînin ji holê rakin dê bibe çi? Aşitahiya ew ku îro gihîştineyê tam ew e. Çawa ku di Sûriyeyê de rezîl û rüsva bûn, di Tirkiyeyê de jî rezîl û rüsva bûn. Armanc û stratejiyên wan ên ku beriya 50 salan pê ketibûn rê li ku ne… Di beramberî tiştên ku wan soz dabûn mirovan de nêzîkî sed hezar Kurd jiyana xwe ji dest da, bedelên pirr cidî hatin dan. Di xala ku niha gihîştineyê de, mîna ku tiştek çênebûbe hewl didin tevger bikin."

"Çekberdana wan nayê wê wateyê ku ew dê cinayetên barbarane nekin"

Tanrıkulu pêvajoya ku tê de tê jiyîn jî nirxand û bal kişand ku nikare bawerî bi PKKê bê anîn; wiha axivî:

"Werin em vê tiştî ji bîr nekin ku, rêxistineke mîna PKKê ku xwedî ramaneke jakoben, despot û marksîst e, kengî derfet bikeve destê wê amade ye ku pevçûnên kolanan ên mîna wan an jî cinayetên hovane bike… Îro xwe fesihkirin an jî berdana çekan a wan, nayê wê wateyê ku ew dê sibê dîsa bi vê rengî cinayetên hovane û barbarane nekin. Her dem divê mirov bi tedbîr be. Ez careke din ji şehîdên me re ji Xwedê rehmê; ji malbat, hezkirî û hevalên doza wan re sebrê dixwazim."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka perwerdehiya bi veguhastinê ya li Çinarê gihand Wezareta Perwerdehiya Neteweyî
Riha de qamiyonê hafriyati otomobilê parkbiyayey ser o qelibî
Şehîdên 6-8ê Cotmehê di salvegera 12an a şehadeta xwe de li ser gora xwe hatin bîranîn
Ji bo 19 bajaran hişyariya zer hat dayîn
Li ser gora xwe hat bîranîn