“Endamên cemaatê ji Tirkiyê direvin”

Erdogan got “Endamên cemaatê piştî encamên hilbijartinê dîtin, êdî pêl bi pêl ji Tirkiyê direvin.

Piştî ku hilbijartinên herêmî di 30 adarê de bi dawî hatin û piraniya encaman derketin holê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi rêjeya 45% partiya yekem derket, serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan him di axaftina xwe ya balkonê de û him jî di axaftina xwe ya li civîna partiya xwe (AKP) li Parlamentoya Tirkiyê de tekez kir ku ewê koka cemaata Fethullah Gulen bikole û hemû saziyên dewletê ji wan paqij bike.
 
Erdogan got “Endamên cemaatê piştî encamên hilbijartinê dîtin, êdî pêl bi pêl ji Tirkiyê direvin, gelek reviyan û yên mayî jî li rêya revê digerin, lê emê hemû rêxistinên wan di nav hemû sazî û dezgehên dewletê de têk bibin”.
 
Li gor agahiyên medyaya Tirkiyê, Fethullah Gulen rênimayek rêkiriye ji hemû endamên cemaatê re, çi karsaz û çi jî bazirgan û ji wan xwestiye ku pere û sermayên xwe derxînin derveyî Tirkiyê, ji ber ku Erdogan wê operasyonan li dijî wan li dar bixe û hemû tiştî têxe bin kontrola hikûmetê.
 
Hat ragihandin ku grûpa kompaniyên Koza Altin ya ku di derxistin û çêkirina zêran de kar dike û xwediyê wê Akın Îpeke ku ser bi cemaatê ve tê naskirin, berî hilbijartinê bi demekî kurt sermayên xwe ji sedî 70 kêm kir û pişt re pereyên xwe veguhest bankayên rojava. Herwiha navenda şîrketê jî veguhest û bi navê KOZA û bi sermaya 70 milyon stirlînî li London vekir û piraniya şîrketên pêve girêdayî jî veguhastin Afrîqya ,Amerîka, Keneda û Berîtanya.
 
Herwiha endam û karsazên cemaatê jî piştî operasyona 17ê kanûnê ya li dijî hikûmetê ku pereyên xwe vediguhestin banka Asiyabank ya Tirkiyê, êdî piştî hilbijartinê û serkeftina AKPê, pereyên xwe vediguhêzin bankên dewleta Qeterê.
 
Li gor gelek çavdêran, endamên cemaatê, di rêya şîrketa Pegasus ya karûbarên ezmanî û balefiran re diçin derveyî Tirkiyê û destpêkê diçin wan welatên weku Bulgaristan, Bosnehirsêk û Azerbîcanê ku vîzeya Tirkiyê jê re pêwîst nake û ji wê derê jî diçin welatên rojava û Amerîkayê.
 
Rayedarên hikûmeta AKPê dibêjin ku pêwîste rojek berê operasyonên mezin li dijî endamên cemaata Fethullah Gulen bê kirin, ji ber ku piraniya kesên wan yên karsaz, bazirgan, siyasetmedar, endamên rêxistin yên di nav dewletê de direvin, yê ku nikare bireve jî ji niha de hemû îsbat û delîlan xirab dikin û têk dibin û eger ew operasyon dereng bimînin wê hikûmetê nikaribe rêxistinên wan di nav sazî û dezgehên dewletê de aşkere bike û têk bide û wê ew dewleta di nav dewletê de bimîne, dibe ku niha xwe veşêrin, lê wê di dema bê xwestin de dîsa bi hemû hêzên xwe derkevin meydanê.

- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/10042014#sthash.2clkzvEF.dpuf

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar