ENKS: Li dijî PYDê dengê xwe bilind bikin

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro di derbarê rêvebir û endamên ENKSê yên ku ji teref PYDê ve hatine revandin de bangewazî kir da ku partiyên din ên li Kurdistanê dengê xwe ji vê yekê re bilind bikin.

Serokê Encûmanî Niştimaniya Kurdistana Sûrî (ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir di serî de Goran û YNK di derbarê rêvebir û endamên ENKSê yên ku ji teref PYDê ve hatine revandin de bangewazî kir da ku partiyên din ên li Kurdistanê dengê xwe ji vê yekê re bilind bikin.

Biro destnîşan kir ku Goran û YNK dengê xwe ji zextên ku PYD li partiyên din dike re dengê xwe dernaxin. Dûvre Biro wiha destnîşan kir: “Berê me partiyên Kurdistanî li cem xwe dît. Lê mixabin hinek ji wan nexwestin dengê me bibîhîzin.”

Biro diyar kir ku hêzên wan ên çekî hene. Dema ku hewce bike dê ev hêz hewl bidin Kurdistanê biparêzin û dema ku niyazî û mihtacî hebe dê ew derbasê Kurdistana Sûrî bibin.

PYD 6 rêvebirên partiyê revandibû

PYDya niçika PKKê ya li Sûrî  di bajaroka Amuda navçeya Qamişloya Hesekê de di buroya ku girêdayê ENKSyê ye de 6 rêvebirên partiyê revandibû.

PYD beriya vê yekê jî di ser radyoya ku aydê partiyê ye de jî girtibû. 2 karkerên wê di demeke kurt de piştî binçaviyê serbest berdabû.

Her wiha hat destnîşankirin Hesen Salih û rêvebirên partiyê yên ku hatibûn revandin Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed, Sebrî Mîrza hatine serbestberdan. (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye