Hevdîtinên ku ji bo çareseriya mişkîleya Qibrisê di meha çilê de di bin himayeya YEyê de hatibûn destpêkirin ji ber ku Lîderê Rûman Nîkos Anastasiîadîs salona muzakereyê terk kir nîvrê ma.
Akinci û Anastasîadîs ji bo meseleya Qibrîsê di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de bixebitin li Ofîsa Misyonê ya NYê nêzî saetek axivîn.
Mustafa Akinci piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan û wisa got: "Piştî axavtina Anastasîadîs qediya re, Espen Barth Eideyê Şêwirmendê Taybet ê Qibrisê yê NYê axivî. Wexta Espen Barth Eide destnîşan dikir divê hişmendî were rastkirin serokê Rûm bi hêrs got 'Tiştekî bibêjim tuneye' û derket çû. Derî jî bihêrs girt. Wê demê tiştekî ku em bikin nema." (ÎLKHA)