Erdogan bi Bîden re hevdîtin kir

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan di Koşka Mabeynê de bi Alîkariyê Serokê DYAyê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) Joe Bîden re hevdîtin. Ev hevdîtina ku bi şiklekî girtî pêk hat nêzê 2 saet domî.

Serokkomar  Recep Tayîp Erdogan, li Koşka Mabeynê ya di nav Qesra Yildizê de bi  Alîkariyê Serokê DYAyê Joe Bîden  re hevdîtin kir. Hevdîtin  nêzê 2 saet domî.

Hat ragihandin ku di hevdîtina Erdogan û Biden de mijarên herêmî yên Sûrî û Iraqê hatine axavtin.

Gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokkomarî hatine bi destxistin di hevdîtina Erdogan û Bîden de biryariya di derbarê mijara tekoşîna bi PKKê re ya Tirkîyê de axavtin çêbûye û hatiye diyar kirin pêwîst e ji piştgiriya ku li PKKê tê kirin dûr were sekinandin.

Hat ragihandin ku  Erdogan bal kişandiye Tirkîye jî wek DYAyê dewletek hiqûqî ye. Her wiha Erdogan diyar kiriye ku propexende kirina terorê û piştgirî dayîna êrîşên terorê bi tu wechê di bergeha azadiya ramanan de nayê nirxandin.

Her wiha Bîden jî di hevdîtina ku bi Erdogan re de diyar kiriye di derbarê tekoşîna bi PKKê re ew wek DYA li cem Tirkîyê ne û PKKê jî wek rêxistina terorê dibînin. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Güncel Haberleri

Asgari ücret 28 bin 75 lira olarak belirlendi
Sanal kumar gençliği tehdit ediyor!
Lastik ustaları: Kış lastiği 7 derecenin altında zorunluluktur
"Yüzyılın Konut Projesi" başvuruları yarın başlıyor
1,8 milyon kişinin ehliyeti artık geçersiz!