Erdoğan bi Hamaney re hevdîtin kir

Serokkomar Erdoğan bi Hamaney re hevdîtin kir

Serokkomar Erdoğan bi Rêberê Înqilba Îslamî ya Îranê Hamaney re hevdîtin kir.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoğan di çarçoveyên ziyaretên li Tahranê de bi Rêberê Înqilba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Hamaney re hevdîtin kir.

“Rejîma Siyonîst dixwaze li heremê ‘îsraîleke nû’ bidamezrîne”

Di hevdîtina ku hat kirin de Seyyîd Alî Hamaney diyar kir dijmin gelek zêde hewil didin da ku Tirkiye û Îran bi wan meseleyên girîng ên heremê eleqedar nebin û dû re wiha li axavtina xwe zêde  kir: “ Hezên derve û nexasim jî rejîma siyonîst bo ku îxtîlafan derbixe hewil dide li heremê ‘îsraîleke nû’ bê damezrandin.”

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokkomar Erdoğan jî diyar kir divê Îran û Tirkiye di warê mijara Herema Kurdistana Iraqê de qerarên hevpar bistînin.

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin