Erdogan çû Gundê Herbecinê

DİYARBEKİR - Erdogan çû Gundê Herbecina navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku 3 heftê berê li wir ji teref PKKê ve 15 ton teqemenî hat înfilaqkirin û di encama înfilaqê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û lijneya bi wan re çûn Gundê Herbecina navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku li wir ji teref PKKê ve 15 ton teqemenî hat înfilaqkirin û di encama înfilaqê de 16 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Wan serxweşî li malbatan dan.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Karûbarên Derve Efgan Ala, Wezîrê Çandinî û Karên Gundan Faruk Çelîk û parlementer çûn Gundê Herbecinê û li wir bi malbatên ku di teqînê de xizmên xwe ji dest danbûn re axivîn.

Erdogan di bin pêşgiriyên ewlehiyê de bi teyarê çû gund. Li wir malbatên ku di teqînê de xizmên xwe ji dest danbûn re axivî û serxweşî li wan da.

Erdogan piştî ku serxweşî li malbatan da gorên kesên ku di teqînê de mirîbûn ziyaret kir. Dûvre Erdogan û Yidirim li wir bi leşkeran re fotoğraf kişandin û bi teyarê ji gund derket. (ÎLKHA)

İLKHA)


 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin