Erdogan: “Demîrtaş terorîstekî ku 53 birayên min ên Kurd daye kuştin e”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Hamburga Almanyayê piştî Lûtkeya Lîderan a G 20an pirsên rojnamegeran bersivand. Erdoganpirsa ku di derheqê Selahattîn Demîrtaş de jê hat kirin wisa bersivand: “ Ew kesê ku hûn dibêjin 53 birayên min ên Kurd daye kuştin.

“Ev kesê ku hûn dibêjin terorîst e û terorîstekî wisa ye ku  temamê Kurdan derxiste sikak û kolanan û 53 birayên min ên Kurd bi birayên min ên Kurd da kuştin”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Hamburga Almanyayê piştî Lûtkeya Lîderan a G 20an civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegeran ji Erdogan di derheqê Selahattîn Demîrtaşê ku di girtîgehê de ye de pirsek kirin. Erdogan pirsa ku jê hat kirin wisa bersivand: “Rayeya me ya serbestberdana terorîstên di girtîgehê de tuneye, ev yek. Tirkiye dewleteke hiqûqê ye. Ev kesê ku hûn dibêjin terorîst e û terorîstekî wisa ye ku  temamê Kurdan derxiste sikak û kolanan û 53 birayên min ên Kurd bi birayên min ên Kurd da kuştin. Ev ji sûcdarkirinên di derheqê wî tenê bes yeke tenê ye û hêj gelek sûcdarkirin di derheqê wî de hene. Û ew kes kesekî wisa ye ku dibêje ‘Li pey me PKK, PYD û YPG heye’ û bi vê yekê meydanê dixwîne. Jixwe niha li darazê ye, daraz di derheqê wan de çi qerarê bide li ser ser û çavên me cihê wê qerarê heye.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin