Erdoğan Di Civîna Koma Xwe De Xeberda

Serekwezîr Erdoğan di xeberdana xwe ya di civîna koma xwe de li ser bûyerên Parka Geziyê sekinî.

Serekwezîr Erdoğan di xeberdana xwe ya di civîna koma xwe de li ser bûyerên Parka Geziyê sekinî.

Erdoğan di vê derbarê de go: “Çalakî gelek organîze û rêxistî hatin kirin... Herkesî di van bûyeran de biratiya Neteweperest û yên dixwazin welat parçe bikin, biratiya faşîst û sosyalîstan û muhebbete wan a ji hev û din re dî. Herkesî dî ku tev bi hev ra êrîşî yek hedefî dikin.”

Erdoğan di xeberdana xwe de sendîqayên ku çûne grevî jî rexne kir û go: “Yên ku di reklamên Bankayan de dileyizin û kapîtalîzmê rexne dikin çiqas çepgîr bin, sendîqa jî ewqas çepgîr in. Yên ku leyistoka lobiya faîzê ne çiqas alîgirê kedê bin, van sendîqayan jî ewqas alîgirê keda dest in.”

Erdoğan di dewama beyanatên xwe de go: “Ne pêkane ku em destûr û musamahayê bidin tu rêxistinên tûndiyê bikartînin. Xesara ku van bûyeran li dewletê kiriye sed trilyonî derbas kiriye.”

Erdoğan di xeberdana xwe de Kiliçdaroğlû û CHPê jî rexne kir û go: “Li Tirkiyê ji ber ku muxalefet nîn e û di vê derbarê de valahiyeke mezin heye xelqê xwe bera kolanan da.”  BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin