Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê erîşa bombeyî ya ku li Enqerê hat lidarxistin de daxuyaniyekê çapemeniyê ya nivîskî weşand.
Serokkomar Erdogan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku êrîşa bombeyî ya li semtê Kizilaya Enqerê tel’în kiriye. Dûvre Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Ez ji kesên ku di vê êrîşa menfûr de jiyana xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala rehmet dixwazim. Bila serê malbat û xizmên wan xweş bibe û Xwedê Teala ji birîndaran re şîfa bişîne.”
Erdogan belav kir ji ber ku di herêm de bê îstîqrarî heye Tirkîye bûye hedefa êrîşan. Dûvre Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêxistinên terorê û kesên ku wan wek maşik bikar tînin di hemberê hêzên ewlehiyê de mexlûb dibin. Ji ber vê yekê serî li bê exlaqî û bê wîjdaniyê didin û hemwelatiyên me yên belengaz ji xwe re hedef digrin.”
Erdogan daxuyaniya xwe ya çapemeniyê wiha domand: “Bê guman Tirkîye wek milet bi nasnameya xwe re dê van rojên dijwar li paş bihêle. Dewleta me dê li dijî tehdîta rêxistinên terorê mafên xwe yên meşrû bikarbîne. Tirkîye wek dewlet bi leşker, polês, parêzer, hemî hêzên me yên ewlehiyê re di her halê de bi rêxistinên terorê re tekoşîn dike. Bila welatiyên me mereq nekin. Bê guman dê hemî saziyên me yên dewletê bi hev re vê tekêşîna ku li dijî rêxistinên teroran pêk tîne ser bikeve.” (ÎLKHA)