Erdogan di derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomar Erdogan di derbarê êrîşa ku bi şev li Ortakoya Stenbolê li dijî klûba şevê hat lidarxistin de daxuyanî da.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di derbarê êrîşa ku bi şev li Ortakoya Stenbolê li dijî klûba şevê hat lidarxistin de daxuyanî da. Erdogan wiha diyar kir: “Ez êrîşê bi tûndî şermezar dikim. Hewl didin ku welatê me bê îstîqrar bikin. Dê em tehdîdên li dijî me ji holê rakin. Dê em misade nekin ku vê lîstikê pêk bînin.”

Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Ez êrîşa ku di saetên herî ewil ên sala 2017an de li Ortakoya Stenbolê ya terorî hat lidarxistin şermezar dikim. Xweda rehma xwe li wezîfedarên me û kesên jiyana xwe ji dest dane bike. Ez mêvanên me yên biyanî yên ku jiyana xwe ji dest dane yad dikim û temeniya şîfaya acîl ji birîndaran re dikim.” (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye