Erdogan: Di warê hiqûqî de tiştê pêwîst çi be em ê wê ji DYAyê bikin

Serokomar Recep Tayyîp Erdogandi derheqê bûyerên ku di dema ziyareta Amerîka de li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya li Amerîkayê qewimîn de diyar kir di warê hiqûqî de tiştê pêwîst çi be ew ê wê ji DYAyê bikin.

“Ma ez ê xw ebi Hans û Georgeyê Amerîka mihafeze bikim?”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Beştepê bi protokola dewletê re di bernameya fitarê de hat bal hev. Erdogan di axavtina xwe ya ku di bernamê kir de di derheqê derxistina qerara girtinê ya di derheqê 12 parêzvanên xwe de nirxandinan kir û wiha got: “ Dema ku min Amerîka ziyaret kir û PKKyiyan hema ji min çend metroyan dûr xwepêşan li dar xistin  û polêsan tiştek ji wan nekir. Lê belê du hevnijadên me girtin. Di derheqê 12 parêzvanên min de qerara girtinê derxistine. Di warê hiqûqî de tiştê pêwîst çi be em ê wê ji DYAyê bikin. Ecebe tiştek wisa li Tirkiyê bûbana ew ê helwesta wan çi bûbûna? Ev qanûn û hiqûqeke çawa ye? Ger ev parêzvan min neparêzin ez wan çi bi xwe re dibim Amerîkayê? Ma ez ê xw ebi Hans û Georgeyê Amerîka mihafeze bikim?”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin