Erdogan: Em ê drama însanetiyê ya li Arakanê bînin rojeva civaka navneteweyî

Serokomar Erdogan berî ku herî Amerîkayê li balafirgehê derheqê rojevê de daxuyanî da. Erdogan di daxuyaniya ku da de derheqê rewşa Mislimanên Arakanî de destnîşan kir “Em ê drama însanetiyê ya li Arakanê bînin rojeva civaka navneteweyî"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî 72yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe çû New Yorka bajarê Amerîkayê. Serokkomar Erdogan  beriya ku here li  Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist. Erdogan di civîna çapemeniyê de diyar kir ew ê wê drama însanetiyê ya li Arakanê bînin rojeva civaka navneteweyî.

 “Em ê drama însanetiyê ya li Arakanê bînin rojeva civaka navneteweyî”

Erdogan di berdewama axavtina xwe de di bîran xist temaya sereke ya îsal a hevdîtinên lijneya giştî ya Neteweyên Yekbûyî “lêkombûna însan, bo dinyayeke domdar bo her kesî aştî û mucadele bo jiyaneke însanî” ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vê civîna ku bi beşdarbûna welatê me asta beşdabûnê hatiye zêdekirin de anîna rojeva civaka navneteweyî ya rewşa însanetiya li Arakanê bi ya me gelekî muhîm e. Em wek Turkiye hêvî dikin ev civîn parîkek be jî bo mişkîleyên birayên me yên Arakan bibe çare.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin