Erdogan li Diyarbekirê rojevê nirxand û pirsa rojnamegeran bersivand

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku nimêja înê li Mizgefta Kurşunlu ya li navçeya Sûra Diyarbekirê kir re destnîşan kir: “Em bextewar in ku îro li mizgefta xazî nimêja înê eda dikin.”

Erdoganê ku ji bo merasîma vekirina hinek projeyan hat Diyarbekirê derheqê vekirina Mizgefta Kurşunluyê ya ku di şerên kort û çalan de zirar dîtibû û hat vekirin de wisa axivî: “Em bextewar in ku îro li mizgefta xazî nimêja înê eda dikin. Rêxisitna terorê PKK vê mizgefta me dabû ber guleyan û vê derê kiribû kavil û xirabe. Mizgefta Kurşunluyê ya ku kevnar û qedîm e taca bajara me bû. Niha jî piştî demeke dirêj bû nesîb em nimêja înê li vê derê bikin ku ji ber vê yekê em bextewar in.”

Di dema daxuyanîya xwe de rojnamegerekî derheqê rêjeya lêxistina vaksînê ya li Diyarbekirê de pirsek kir û destnîşan kir ku rêje li Diyarbekirê li gorî wan bajarên din pir hindik e ku Erdogan vê yekê wisa bersivand: “Li Diyarbekirê xelq naxwaze vaksînên coronayê li xwe bidin. Em ê bi şiklekî vê bêdaxwazîyê ji holê rabikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn