Serekwezîr Tayyîb Erdoğan li Misrê, bi serekê Hamasê Xalid Meşal re hevdîtin pêkanî. Hevdîtin dora saetek û nîv dewam kir. Wezîrê karên derve Ehmed Davutoğlû, alîkarê serekê partiya AKPê Omer Çelîk û musteşarê MÎTê Hakan Fîdan jî di hevdîtinê de amadebûn.
Di hevdîtinê de mijar û behs li ser êrîşên siyonîst Îsraîl bûn. Berî niha Erdoğan, ji bo sekna êrîşan bi Obama û Pûtîn re xeber dabû.
Her wiha Erdoğan li Misrê bi serekcimhûr Muhammed Mûrsî û bi emîrê Qatarê re jî hevdîtin pêkanî. Hat îfade kirin ku wê wezîr Ehmed Davutoğlu sibê bi wezîrên yekîtiya Ereban re biçe Ğezzeyê.
Emîrê Qatarê Şêx Hamad Bîn Xalîfe Sanî jî îfade kir ku, encax berxwedaneke zexm û xurt, dikare êrîşên siyonîst Îsraîl bisekinîne. Eger êrîşên Îsraîl û berxwedana Fîlîstîn berdewam be, wê dawiya Netenyahû bîne.
Li aliyê din bi hezaran xwendekar li qampusa unîversîteya Ezherê, li ber zulm û êrîşên îşgalkerê Îsraîl, mîtîngek li dar xist. Mîtîng ji teref cemaeta Îxwanul Mûslîmîn ve hat rast kirin. Gelek telebên ji welatên din jî, tevlî mîtîngê bûn. www.bangaheq.net