Êrîş li polîs hat kirin: Polîsek jiyana xwe ji dest da

Li Diyarbekirê komek PKKyîyên bisileh êrîşî polîsan kir. Polîsek jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê li semta Şehîdlîkê komek PKKyî bi çekan êrîşî polîsên ku dewrîye digerîyan kir.

Êrîş îro di seat 14.55an de pêk hat.

 Li gor agahîyan di êrîşa ku li polîsan hatiye kirin de 2 polîsên ku di nava erebê de bûn giran birîndar bûne û kesên PKKyî yên ku êrîş pêk anîne jî  bi rexê Ben û Senê Ve revîyane.

Polîsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.Polîsek li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku piştî êrîşê polîs semte dorpêç kiriye.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar