Êrîş li tabura eskeriyê hat kirin: Eskerek jiyana xwe ji dest da 26 kes jî birîndar bûn

DİYARBEKİR - Li navçeya Pîrana Diyarbekirê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li tabura eskeriyê hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 26 kes birîndar bûn.

Duh êvarî di derdora seat 21.45an de li ber tabura eskeriyê teqîneke dijwar pêk hat. Tesîra teqînê li temamê navçeyê hat hîskirin û ji ber teqînê dikan û malên derdorê  û  lojmanên tabura eskeriyê zirar dîtin.

Hat hînbûn li navçê ji ber teqînê ceyrana temamê navçeyê qut bûye û piştî êrîşê pevçûnên dijwar jî pêk hatine.Ji ber êrîşa ku hat kirin eskerekî ku giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da û 26 kesên ku di nav wan de kesên siwîl jî hebûn birîndar bûn.

Her wiha ji bilî van agahiyan polêsan li ser Rêbeja Pîran-Hênê xwestin ku wesayîtekê bisekinin, lê ji nava wesayîtê li ser polêsan de gule hat reşandin.Ji ber reşandina guleyan 3 polês birîndar bûn.

Li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mînîbûs li Tirê qelibî: 3 mirî
Weqfa Êtîman ji malbatên êtîman re alîkarîya êzingan kir
Li Stenbolê şofêr ket nav mîksera betonê û canê xwe ji dest da
Li Dîyarbekirê xwendekaran bi jehra xwarinê ketin
Heyama qeydkirinê ji bo kotayên hecê yên vala mane heta 18ê Kanûnê hatiye dirêjkirin