Wezîrê Karên Navxweyî yê Kenyayê Joseph Nkaissery piştê êrişê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrîşê de 147 kes mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşê daxuyaniyek da.
Erdogan wiha got: "Serê xizmên kesên ku di êrîşa terorê de mirin sax be, Xwedê sebrê bide wan û şifaya xêrê bide birîndaran. Em wek Tirkiye êşa gelê Kenyayê parve dikin û êrîşê şermezar dikin." (ÎLKHA)