Êrîş Û Kuştinên Esed Didomin

Li Sûriyê yekîneyên Artêşa Esed, li çend bajarên cuda, bi êrîşên hewayî û bejayî, li ser kesên mixalîf operasyon rast kirin

Li Sûriyê yekîneyên Artêşa Esed, li çend bajarên cuda, bi êrîşên hewayî û bejayî, li ser kesên mixalîf operasyon rast kirin. Di êrîş û hadîseyan de 114 kes hatin kuştin.

   Li gor agahiyan, yekîneyên artêşa rejîma Esed, li ser heremên ku di bin kontrola muxalifan de ne, ji hewa û bejayê ve operasyon li dar xistin. Di van operasyonan de, li berbajarên Şamê 44, li Raqqayê 9, li Helebê 8, li Derayê 6, li Hama, Îdlîb û Xumsê 3, li Deyrûz Zorê 2 û li Qûneytrayê jî 1, bi tevahî 79 kes hatin kuştin.

   Berpirsyarê Medyayê ya Konseya Şoreş a Giştî ya Sûriyeyê Elî Xetîb diyar kir ku li Raqqayê, moşeka scûdê (skadê) ketiye cadde û kolana 23ê Sibatê û li gor tespîtên ewil 35 kes mirine û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

   Xetib destnîşan kir ku li herêma ku moşek ketiye, bi dehan mal û xanî hilweşiyane û agir bi gelek wesaît û tiştên din ketiye. 

   Li herêmê ji ber ku ceyran tuneye, welatî di nav xopanan de bi fenera destan li cinazeyan digerin.

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin