Êrîşa bombeyî birin li ser qeraqolê: 3 esker jiyana xwe ji dest dan

DİYARBEKİR - Êrîşa bombeyî li Qeraqola Cendirmeyan a Mermera ku li ser rêbeja Diyarbekir û Licê ye hat kirin.Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.

Êrîşa bombeyî li Qeraqola Cendirmeyan a Mermera ku li ser rêbeja Diyarbekir û Licê ye hat kirin.Di encama êrîşa ku hat kirin de 3 esker jiyana xwe ji dest dan.Her wiha hat diyarkirin di êrîşê de 19 esker û 2 kesên siwîl jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin êrîş di derdora seat 22.00an de pêk hat.Di êrîşa ku hat kirin de Çawîşê Pîspor Mehmet Doner û Binefserên bi navê Xelîl Turkoglu û Mustafa Gokçelî  jiyana xwe ji dest dan.Hat hînbûn ji 19 eskerên ku di êrîşê de birîndar bûbûn 2 ji wan rewşa wan giran e.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin